Sîxurekî dewleta Tirk hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan sîxurekê dewleta Tirk a dagirker li ser sûc girt û lixwemikurhatinên wî belav kirinj.

Sîxurekî dewleta Tirk hat girtin
20 sibat, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî lixwemikurhatinên sîxur belav kirin.

Li gorî navendê, Saziya Ewlekariya Giştî di dema hewldana sîxur a kişandina nuqteyên hin navendên xizmetguzarî li Qamişloyê de û piştre ji îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker re bişîne, girt.

Sîxurê bi navê Ehmed Hisên El Casim ê ji gundewarê Til Temirê ya kantona Cizîrê li xwe mikur hat ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi rêya pismamê wî û esferekî dagirkeriyê ew erkdar kir ku dîmenên nuqteyan bikişîne û ji wan re bişîne. Ew sîxur di dawiya 2023ˊyan de ji Tirkiyeyê ber bi herêmê ve hate şandin.

(fr)