Sibe 172 cenazeyên Enfalê li Çemçemalê tên veşartin

Cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê sibe dê ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin û li Monomenta Enfalê ya li navçeya Çemçemal bên veşartin. Ev cenaze di Adara 2019’an de li gorên komî yên Semawe hatin dîtin.

Sibe 172 cenazeyên Enfalê li Çemçemalê tên veşartin
20 sibat, 2024   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar e cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê sibe ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin û li Monomenta Enfalê ya li navçeya Çemçemal ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bên veşartin. Ev cenaze di Adara 2019’an de li gorên komî yên Semawe hatin dîtin.

Cenaze dê bi merasîmekê li Monomenta Enfalê ya li navçeya Çemçemal bên veşartin.

Ev 172 cenaze di Adara 2019’an de di gorên komî yên Semawe de hatibûn dîtin û ev çar sal û nîv e li Tiba Edlî ya Bexdayê dihatin ragirtin.