Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin

Komîteya Kooperatîfan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Tebqayê projeya çêkirina 100 serayên sebzeyan bi lêçûna 800 hezar dolar da destpêkirin.

Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
Li Tebqayê mezintirîn projeya serayan hat destpêkirin
31 kanûn, 2025   07:45
TEBQA

Komîteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê li bajarokê Hemam projeya serayan bi lêçûna nêzî 800 hezar dolar da destpêkirin. Di projeyê de nêzî 100 sera hene, derfeta kar ji zêdetirî 100 malbatê re peyda dike û rola herêmê ya xwetêrkirinê ji aliyê sebzeyan ve pêk tîne.

Girêdayî mijarê, hevseroka Komîteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê Hela El  Hisên diyar kir ku li bajarokê El Hemam ê gundewarê kantona Tebqayê bi rûbera 10 hêktaran dest bi projeya serayan hatiye kirin. Di projeyê de 100 sera hene, ji hêla pergala kooperatîfan ve tê birêvebirin.

Hela da zanîn ku ev proje di beşa çandiniyê ya herêmê de gaveke kalîteyî temsîl dike û rasterast ewlehiya xurekê ya xwecihî pêk tîne.

Hala anî ziman ku proje derfeta kar ji xelkê herêmê re peyda dike, di sînordarkirina koçberiya ji gundewaran ber bi bajêr ji bo derfetên kar de dibe alîkar, rola hilberîne ya herêmê vedigerîne û derfeta kar ji nêzî 100 malbatî re dabîn dike.

Wê di projeyê de 50 serayên bacana sor, 30 serayên xiyar, 10 xirtik (kosa) û 10 serayên balîcana reş hebin.

Li gorî Hala, lêçûna her serayekê zêdetirî 4 hezar dolar e, bi wê re lêçûna serayan bi giştî nêzî 550 hezar dolar e, lê kêlek wê jî lêçûnên din ên wekî avahiya îdarî, depo û dîwarên derve hene, anku lêçûna giştî di navbera 700 hezar heya 800 hezar dolar de ye.

Hala destnîşan kir ku gelek zemetî derketin pêş projeyê, lê Komteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê ew çareser kirin. Têkildarî zehmetiyên teknîk û lojistî jî zehmetiyên dabînkirina madeyên destpêkê yên kalîteya bilind derketin, weke pergala avdana nûjen, semadên taybet û hwd.

Hele da zanîn ku li kêlek zehmetiyên navborî pêwîstî bi karkerên jêhatî û pispor heye. Ji bo telafîkirina vê mijarê, endazyarên çandiniyê bernameyên perwerdê yên zêde ji cotkar û karkeran re da destpêkirin.

Ev proje bi giştî ji hêla Meclisa Aborî û Çandinê ya Rêveberiya Xweser ve tê veberhênankirin.

(ac/fr)

ANHA