Koçberên ji Efrînê ji bo vegera li malên xwe bi biryar in

Şêniyên Efrînê di 7 salên borî de du caran bi darê zorê koçber bûn, lê biryara wan her vegera li Efrînê ye.

Koçberên ji Efrînê ji bo vegera li malên xwe bi biryar in
Koçberên ji Efrînê ji bo vegera li malên xwe bi biryar in
Koçberên ji Efrînê ji bo vegera li malên xwe bi biryar in
Koçberên ji Efrînê ji bo vegera li malên xwe bi biryar in
29 ÇILE, 2025   04:38
HELEB 
NISRÎN ŞÊXO

Koçberên ji bajarê Efrînê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku ew her pabendî biryara vegera bajar û gundên xwe yên ku ev 7 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Fîdan Mistefa der barê mijarê de got: "Veger mafekî rewa ye, ev 7 sal e ku em di koçberiyê de êş û azaran dikişînin û dagirker û çeteyên wî mal û milkên me dixwin. "

Fîdan Mistefa banga vegera ewle û aram kir û wiha dewam kir: "Bila niştecih vegerin warên xwe, em jî li gund û bajarên xwe vegerin, da ku her kes li ser axa xwe bi rûmet bijî.”

Zekiya Mihemed tekezî li ser pêwîstiya parastina nasnameya herêma xwe kir û got: "Dagirker çi qasî hewl bide bi rêya çeteyên xwe guhertinên demografîk pêk bînin jî, Efrîn wê nebe ya tu kesî.”

Zekiye Mihemed her wiha got: "Em 7 sal e koçber bûne. Tiştek ji jiyaneke bi rûmet li welatê me bi qîmettir nîne. Ev mafê me ye û em ê vî mafê bixwazin, bila dagirker û çeteyên wî derkevin. Ti karê wan li herêmên me tune ye, tu mafê wan tune li Efrînê bimînin. "

Ehmed Xelîl jî baweriya xwe ya vegera nêzîk anî ziman û got: "Baweriya me heye ku vegera Efrînê nêzîk e, ji ber ku Efrîn axa bav û kalên me ye, dergûşa çand û mîrata me ye û cihê jidayikbûna me ye. Em çi qas jê dûr bin jî em ê dev jê bernedin. "

Xelîl her wiha got: "Piştî rûxandina rejîma Baasê her kes vedigere ser mal û warên xwe, lê Efrînî ji vê kêfxweşiyê bê par man û dîsa ji Şahba û Til Rifetê koçber bûn. "

Ehmed Xelîl rewşa Efrînê yên beriya dagirkirinê û piştî dagirkirinê dan ber hev û wiha got: “Beriya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve were dagirkirin ji bo me bihuşt bû û ev jî bû sedema çavnebarî û dagirkeriya dewleta Tirk di sala 2018’an de.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de herêma Efrînê dagir kir. Bi sed hezaran şêniyên resen ên Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bûn û trajediya koçberiyê di destpêka Kanûna sala borî de dubare bû, bi sed hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê piştî êrişeke din a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, neçar man ji herêmên Şehba û Til Rifatê ber bi rojhilatê Firatê ve koçber bibin.

(k)

ANHA