Şewatên li Washingtonê bi sedan mal dan ber xwe

Li Washingtonê di encama şewatên daristanan de 5 hezar mal hatin valakirin û bi sedan avahî rûxiyan. Ekîbên agirkujiyê ji ber rewşa hewayî zehmetiyan dikişînin.

Şewatên li Washingtonê bi sedan mal dan ber xwe
3 tebax, 2026   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Amerîkayê piştî ku şewatên daristanan ji kontrolê derketin, nêzî 5 hezar mal li herêma rojhilatê Washingtonê vala kirin.

 Hate zanîn ku di encama şewatan de nêzî 600 mal, avahiyek û şirketek wêran bûn.

Ajansa nûçeyan a Almanî ragihand ku agir zêdetirî 8.2 mîlên çargoşe, anku nêzîkî 21 kîlometre çargoşe, li dora Spokane şewitandiye. Di heman demê de tîmên agirkujiyê bi dehan şewat li deverên cuda yên rojavayê Amerîkayê vemirandin.

Desthilatan heta niha tu mirî li herêma Spokane tomar nekirine, xebatên rizgarkirinê û vemirandina şewatan didomin.

Li Idaho û rojhilatê Oregonê, tîmên agirkujiyê bi piştgiriya buldozer û helîkopteran  bi agirê mezin ê ku 10 roj e berdewam dike re rû bi rû ne. Şewata li wan deveran heta niha nêzîkî 1360 kîlometre çargoşe ji zeviyan şewatandiye û bi sedan mal û avahiyan tehdîd dike.

Desthilatan da zanîn ku birûksan hişt şewat çêbibe. Li gorî texmînan hewaya germ û zuha di rojên pêş de didome û wê pile 32’yan derbas bike.

Berpirsê agahdariya giştî yê tîmên bersivdayînê yên federal Benjamin Kossel got, "Hewa li dijî me ye û erd jî li dijî me ye" û destnîşan kir ku bayên bihêz ên di navbera 56 û 72 kîlometreyan de di saetê de ji bo tîmên agirkujiyê dijwariyek din çêkirine.

Berpirsekî beşa agirkujiyê diyar kir ku heta niha ne birîndarî ne jî agahiyên li ser windayîyan çêbûne.

Senatora Amerîkî Maria Cantwell hişyarî li ser metirsiyên berdewam da û diyar kir ku rewş hîn aram nebûye û di rojên pêş de dê ji bo tîmên awarte û niştecihan bibe dijwariyek mezin.

(f)