Li gundewarên Dêrazorê di pevçûnên eşîran de kesek hat kuştin

Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê di encama pevçûnên eşîran de kesek hat kuştin.

Li gundewarên Dêrazorê di pevçûnên eşîran de kesek hat kuştin
3 tebax, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Şihêl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê di şerê navbera eşîran de kesek hat kuştin. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şer ji ber pirsgirêkên berê û rakirina heyfê derket.

SOHR‘ê da zanîn ku di şer de çekên sivik û navîn hatin bikarnaîn û di taxên niştecihan de gule bi awayekî zêde hatin teqandin.

(bb)