Di êrişa Rûsyayê de pirûtkxaneyek şewitî

Di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kharkivê de pirtûkxaneyek ku 8 milyon pirtûk tê de bûn, şewitî.

Di êrişa Rûsyayê de pirûtkxaneyek şewitî
3 tebax, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya Rûsya ya li ser Kharkivê yê bakurê rojhilatê Ukraynayê de depoyeke pirtûkan a girêdayî weşanxaneya Ranok bû hedef. Di encamê de tevî pirtûkên dibistanan, 8 milyon pirtûk şewitîn.

Weşanxaneya Ranok, ev bûyer wekî "mezintirîn windahiya ku ji destpêka şerê li Ukraynayê di sala 2022'an de li saziyek weşanê hatiye" nirxand û destnîşan kir ku Rûsya çand û perwerdehiya Ukraynayê dike armanc.

Weşanxaneyê di daxuyaniyekê de li ser medya dîjîtal weşandiye piştrast kir ku zêdetirî 8 milyon pirtûk, tevî pirtûkên dibistanên zarokan hatin wêrankirin. Her wiha destnîşan kir ku tîmên agirkujiyê şewatê vedimirînin.

Ranokê ragihand ku di meha borî de jî depoyeke pirtûkan li nêzîkî Kîevê bû hedefa êrişên Rûsyayê û di encamê de bi qasî 800,000 pirtûk şewitîn.

(f)