Şewata li Çilaxayê hate vemirandin

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan, şewata li nav zeviyên nêzî gundê Sînan ê Çilaxayê vemirand.

Şewata li Çilaxayê hate vemirandin
Şewata li Çilaxayê hate vemirandin
29 gulan, 2024   14:48
QAMIŞLO

Agir bi zeviyên nêzî çerxerêya gundê Sînan ê Çilaxayê ketibû û ji ber bayê gur, bi lez belav bû. Ji ber wê şêniyên bajar û tîmên agirkujiyê yên Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Koçer û Rimêlanê hewl da şewatê vemirînin.

Bi hevkariya şêniyan tîmên agirkujiyê şewat hate kontrolkirin, beriya ku bigihêje zeviyên gundên li bakur. Li gorî şêniyan, nêzî 150 donim çandiniya genim û ceh şewitiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî têkildarî şewatê dest bi lêkolînan kir.

Her wiha tîmên agirkujiyê û şêniyan agirê bi zeviyên gundê Nebî Sadî yê Çilaxayê ketiye jî vemirand. Li gorî daneyên Yekitiya Cotkaran a Çilaxa, di vê bûyerê de jî donimeke genim şewitiye.

(şx)

ANHA