Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî xurtkirin û pêşxistina tevlêbûna jinan di hilbijartinan de ku dê 11`ê Hezîranê pêk werin, semînerek da.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê semînerek da
29 gulan, 2024   14:45
QAMIŞLO

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ji Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê, Til Koçer û Çilaxayê, tev li semînerê bûn. Semîner bi dirûşma "Ji bo piştgiriya tevlêbûna jinan di pêşxistina hilbijartinan de" li dar ket.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de, ev semîner li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê û 22 partî û rêxistin dê bi navê "Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê" tev li hilbijartinan bibin.

Di semînerê de Hevpeymana Civakî û tevlêbûna jinan a di hilbijartinan de hatin nîqaşkirin.

Hevseroka meclisa partiyê ya şaxê Qamişloyê Welîde Îsmaîl mijara yekemîn a semînerê bi rê ve bir û got: "Misogerkirina mafên jinan di Hevpeymana Civakî de, berhema têkoşîn û fedakariyên jinên Kurd, Ereb û Suryan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Her wiha berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê şaxê Qamişloyê Welîde Hesen mijara duyemîn bi rê ve bir û got: "Hilbijartin ji bo jinan gelekî girîng in. Jin dê bi awayekî wekhev bi mêran re tev li hilbijarinan bibin. Ji bo jinan ev mîraseke hişmendî û dîrokî ye, ji ber ku berhema têkoşîn û vîna jinan, şehîd û pêşengên şoreşê ye."

Welîde wiha domand: "Bi tevlêbûna jinan di hilbijartinan de, dê edaleta civakî xurttir bibe, dê birêvebirina karê giştî bi pêş bikeve û guhertin di karê saziyan de çêbe.”

Der barê rola jinan a di biryaran de jî Welîdeyê got: "Jin di cihên dayîna biryaran de, bibin mînak. Bi rêya lidarxistina diyalogên avaker, nêrînên cuda nêzî hev bikin,."

Di dawiya semînerê de beşdaran destnîşan kir ku şoreşa Rojava, rê li pêşiya jinan vekir û bû tovika pergala demokratîk û banga parastina destkeftiyan hate kirin.

(şx)

ANHA