Li Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand ku li Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
29 gulan, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand di çarçoveya operasyonên dijî çeteyên DAIŞ’ê de, bi hevkariya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê, li Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya heman operasyonê de, li parêzgeha Selahedîn û Diyalayê jî 5 stargehên çeteyên DAIŞ’ê hatine tinekirin.

Hate gotin ku li stargehên DAIŞ’ê gelek teqemenî û kel û pelên DAIŞ’ê jî hatine tinekirin.