Ji ber topbarana li Minbicê agir bi zeviyên çandiniyê ket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Sedaye yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir, di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Ji ber topbarana li Minbicê agir bi zeviyên çandiniyê ket
1 hezîran, 2024   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji danê nîvor de gundê Seyade yê li bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir.

Li gorî nûçegihanên me, 26 top û gule li zeviyên gund ketine, di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket û heta niha agir vêketiye.

(fr)