Şervanên Til Temirê li çeteyan da: 4 çete birîndar bûn

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bir û bi droneke xwekuj li wan da. Di encamê de 4 çete birîndar bûn.

Şervanên Til Temirê li çeteyan da: 4 çete birîndar bûn
19 kanûn, 2024   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker saet 16:00ˋan vê êvarê êrişî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kirin. Şervanên meclisê bersiva êrişên wan da û êriş têk bir. Her wiha şervanan bi droneke xwekuj li kombûna çeteyan da.

Li gorî agahiyan 2 jê giran 4 çete birîndar bûn.

Piştî şervanan êrişên çeteyan têk bir, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gundewarên Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.

(fr)