Iraqê ji bo vegerandina leşkerên Sûriyeyê dest bi amadekariyan dike

Hikumeta Iraqê da zanîn ku ji bo xebata jinûve vegerandina leşkerên Sûriyeyê yên ku piştî ketina rejîma Baasˋê li Sûriyeyê gihaştine Iraqê dê îro dest bi amadekariyan bike.

Iraqê ji bo vegerandina leşkerên Sûriyeyê dest bi amadekariyan dike
19 kanûn, 2024   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke xwecih a Iraqî ji tora Al Hurra ya Amerîkayê re ragihand ku hikumeta Iraqê dê ji bo vegerandina leşkerên Sûriyeyê yên ku piştî ketina rejîma Baasˋê ketine Iraqê, îro dest bi amadekariyê bike.

Çavkaniyan diyar kir ku leşker dê bi rêya deriyê sînorî yê Qaêm ê rojavayê Enbarê derbasî Sûriyeyê bûn, hejmara leşkeran nêzî 2 hezar e û nêzî 130 leşkeran jî nexwestin vegerin Sûriyeyê.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed û avakirina hikumeteke demkî bi serperiştiya Heyet Tehrîr El Şam, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê çalakiya xwe li çolistana Sûriyeyê zêde kir.

Roja çarşema borî 35 karmendên gumrikê yên Sûriyeyê di deriyê sînorî yê Qaêm re ji Iraqê vegeriyan Sûriyeyê.

Girêdayî wê, hikumeta Iraqê ragihand ku ew ê îro dest bi vegerandina leşkeran bike.

Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlekarî Miqdad Mîrî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihandibû ku ev pêvajo bi koordîneya aliyên têkildar ên Sûriyeyê re tê birêvebirin.

(mh/fr)