Senatorekî Amerîkî peyamek da Erdogan: Dev ji êrişên li dijî Kurdan berde

Senatorê Amerîkî John Kennedy ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk û serokomarê wê Erdogan bi tundî rexne kir û got, “Divê tu destê xwe ji êrişên li ser Kurdan bikêşînî."

Senatorekî Amerîkî peyamek da Erdogan: Dev ji êrişên li dijî Kurdan berde
19 kanûn, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî Rojnewsˋê, senatorê Amerîkî John Kennedy têkildarî êrişên Erdogan û çeteyên wî yên li ser Kurdên Rojava û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek weşand.

Kennedy got; “Ez êrişên Tirkiye û serokomarê wê Erdogan yên li ser gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî rexne dikim. Kurdan alîkariyeke mezin daye Amerîka û hêzên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê. Di vê oxirê de gelek bedel û qurbanî dane û zêdetirî 10 hezar kes li Rojava jiyana xwe ji dest dane.”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk û dijbertiya Erdogan ya ji Kurdên Rojava re jî wiha got; “Erdogan leşker û tankên xwe li ser sînorê Tirkiye-Sûreyeyê bicih kirine. Ev yek jî tirsa wê yekê çêdike ku niyeteke wî ya baş li beramberî Kurdên herêmê nebe. Ez li bir bang li Erdogan dikim ku çi planek te li dijî Kurdan hebe divê tu dev jê berdî. Ji ber ku eger tu karekê şaş li dijî Kurdan bikî, ezê li Kongreya Amerîkayê giliyê te bikim.”

Di dawiyê de Senatorê Amerîkî John Kennedy bal kişand ser qeyranên navxweyî ya li Tirkiyeyê û got; “Tirkiye di rewşeke ne aram ya navxweyî re derbaz dibe. Tevî ku di Koalîsyona Navnetewî de ye û endamê NATO’yê jî lê Tirkiye xwedî pirsgirêke. Ji ber ku div an demên dawiyê de weke hevpeyman tevnagere. Eger bi vî awayî bidomîne wê cezayên me yên tund ên aborî li Tirkiyeyê werin ferzkirin.”