Şervanên Minbicê bersiv da: Çeteyek hat kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirkirina gundekî têk bir û çeteyek ceza kir.

Şervanên Minbicê bersiv da: Çeteyek hat kuştin
4 kanûn, 2024   23:46
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî hewldaneke çeteyan a dagirkirinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Mihsenlî yê bakurê rojavayê Minbicê. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva hewldanê dan. Di encamê de çeteyek hat kuştin û çeteyên din reviyan."

(bb)

ANHA