Hêzeke îsraîlî 2 ciwanên sûriyeyî binçav kirin

Hêzeke Îsraîlê ket xaka Sûriyeyê û du ciwan ji gundewarê Quneytîra ya navîn binçav kirin.

Hêzeke îsraîlî 2 ciwanên sûriyeyî binçav kirin
4 kanûn, 2024   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzeke îsraîlî derbasî xaka Sûriyeyê û du ciwanên ji gundewrê Quneytîra ya navîn binçav kirin.

SOHRˈê diyar kir ku her du ciwanên sûriyeyî li nêzî sînor hatin binçavkirin û sewqî Colana dagirkirî hatin kirin.

Hate gotin, aqubeta her du ciwanan nayê zanîn.

(bb)