Lîreya Sûriyeyê di firotina berhemên petrolê de hat pejirandin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşniyara Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Çavkaniyên Madenî pejirand ku di hemû firotina berhemên petrolê de li welêt lîreya Sûrî were pejirandin.

Lîreya Sûriyeyê di firotina berhemên petrolê de hat pejirandin
23 hezîran, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Enerjiyê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mihemed El Beşîr pêşniyara Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Çavkaniyên Madenî pejirand ku di hemû firotina berhemên petrolê û madeyên wê de li axa Sûriyeyê lîreya Sûrî were pejirandin û tavilê dikeve meriyetê.

Piştî civîna yekem a Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Çavkaniyên Madenî wezîrê biryar da. Di civînê de mekanîzmayên bihayê yên berhemên petrolê û faktorên ku li ser asta herêmê û cîhanê bandorê li wan dikin, di nav de bihayên navneteweyî, lêçûn, rêjeya danûstandina lîreya Sûrî û nîşaneyên aborî yên têkildarî beşa enerjiyê nîqaş kirin.

Komîteyê diyar kir ku pejirandina lîreya Sûrî di danûstandinên firotanê de armanc dike ku aramiya danûstandinên têkildarî beşa berhemên petrolê xurt bike û bikaranîna pereyê neteweyî li bazara herêmî pêşve bibe.

(fr)