Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin

Xelkê bajarê Til Hemîsê şehîd Beşar El Fadil bi dirûşman oxir kir. Beşer El Fadil duh şehîd bûbû.

Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil hat oxirkirin
25 tîrmeh, 2024   15:34
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê bi merasîmekê şervanê QSD’ê Beşar Hewas El Fadil ê 24’ê Tîrmehê li ser erkê şehîd bûbû, oxir kir. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê ve li Pakrewangeha Şehîdan a bajar hat lidarxistin.

Di merasîmê de wêneyên şehîd, yên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif, bal kişand ser berxwedana gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û got: “Gelê ku ji bo parastina azadî, xweserî û rûmeta xwe şehadetê pîroz dike, ew gel hêjayî serkeftinê ye û dê di dawiyê de bi ser bikeve.”

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Dêrik jî di axaftina xwe soz da malbatê şehîd û beşdaran ku li dijî hewldanên dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Endamê Saziya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî pîroziya xwefadakirinê ji bo parastina welat vegot.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’ spartin axê.

(mg/bb)

ANHA