Ji bo zarokên ji kampa Holê vedigerin çalakiyên hunerî

Navenda Serpereştiya Civakî ya kantona Reqayê bi koordîneya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane, çalakiyên cihêreng li dar xistin.

25 tîrmeh, 2024   15:45
REQA

Navenda Serpereştiya Civakî ya kantona Reqayê bi koordîneya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zarokên ji kampa Holê vegeriyane kantonê, çalakiyên cihêreng li dar xistin.

Navend hewl dide malbatên ji kampê vegeriyane, bi rêya bernameyên hunerî û dewreyên perwerdeyê yên pîşeyî û bîrdozî tev li civakê bike.

Navend girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk e. Bi koordîneya gelek saziyên rêveberiyê û rêxistinên li herêmê kar dikin, bernameyên xwe pêşkêş dike.

Navendê li bajarê Reqayê pêşangeheke wêneyan li dar xist. 18 zarokên ji kampa Holê berhemên xwe lê pêşandan. Temenê beşdaran di navbera 6-11 saliyê de ye. Piraniya berhemên zarokan li ser xwezayê bûn.

Desteyê çente û alavên kirtasiyeyê diyarî zarokan kirin. Dûre zarok çûn ber çemê Firatê û serdana Pira El Reşîd a li Reqayê kir.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 633 malbat ji kampa Holê vegeriyane kantona Reqayê.

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Reqayê 29`ê Çileyê Navenda Serpereştiya Civakî li kantonê vekir. Navend, xebatên civakî ji gelek beşên civakê re û ji bo malbatên ji kampê vedigerin, pêşkêş dike.

(şx)

ANHA