Zêdetirî 75 top avêtin gundewarên Minbicê

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi zêdetirî 75 topan gundewarên Minbicê topbaran kirin.

Zêdetirî 75 top avêtin gundewarên Minbicê
25 tîrmeh, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh piştî nîvê şevê gundê Siyade û Um Cilûd ên kantona Minbicê ji baregeha xwe ya li gundê Yaşilî yê dagirkirî, topbaran kirin. 

Li gorî daxuyaniya navendê parve kiriye, 75 top li wê deverê ketine û hemwextî topbaranê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerîn.

(şx)