Şervanan lê da: Bi dehan çete hatin kuştin, panzêrek û tankek hatin teqandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniya bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê panzêrek û tankeke dagirkeran teqandin. Di şer û pevçûnên li vê herêmê de bi dehan çete hatin kuştin.

Şervanan lê da: Bi dehan çete hatin kuştin, panzêrek û tankek hatin teqandin
2 ÇILE, 2025   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê berxwedana li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: 

"Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bersiva êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li eniyê gundên Aştana û Mistaha yên li başûrê bajarê Minbicê da, êriş têk birin û çete qewitandin.

Hêzên me li eniya bajarokê Ebû Qelqelê jî bersiva êrişên çeteyan da. Li derdora gundê Elûş panzêreke BMB û tankek teqandin. Di şer û pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li başûr û rojhilatê Minbicê şer û pevçûn berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan herêmê bombebaran dike.”

(bb)

ANHA