Sersaxî ji malbatên 6 şehîdan re hat xwestin

Xelkê Qamişlo  û gundewarê wê sersaxî ji malbatên 6 şehîdan re xwestin.

15 kanûn, 2024   15:49
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şervanên QSDˈê Harûn Qamişlo (Şêxmûs Yûsif), Murad Qamişlo (Ebdulmecîd El Diyab), Mazlûm Qamişlo (Ferhad Xelîl), Zagros Qamişlo (Ehmed El Mihamîd), Cano Qamişlo (Ebdulmelek Kenaş) û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin Mizgîn Kurdo (Pelşîn Qamişlo) yên ku 7ˈê Kanûnê di êrişên  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbic û Helebê de şehîd bûn, konê sersaxiyê veda.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişlo herikîn bin konê sersaxiyê ku li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn Hesen di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, QSDˈê bersivên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dide, destanên lehengiyê dinîvisîne.

Mihyedîn Hesen bi domdarî got: "Dimin komplo û planên xwe li dijî me didomîne. Em ê jî bi yekitî û hevgirtina xwe li ser bi xwe bidin; ji ber ku dara azadiyê bêyî xwîna paqk şîn nabe."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo jî qala keda şehîdan kir û soza şopandina xeta wan û bersivdayîna tevahî êrişan da.

Di merasîmêm de hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEMˈê Şaha Xelîl jî di axaftina xwe de îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Şaha Xelîl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Em ê asta têkoşînê xurt bikin. Em piştgiriyê didin hêzên xwe QSD, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî."

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" radestî malbatên wan hatin kirin.

(bb)

ANHA