Pêkanînên li dijî şêniyên Efrîn-Şehbayê: 16 kes hatin qetilkirin

Di êrişên ji 27ˈê Mijdarê yên çeteyên dewleta Tirka dagirker li ser şêniyên Kantona Efrîn-Şehbayê ve 12 kes hatin qetilkirin. Di rêwîtiya koçberiyê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Pêkanînên li dijî şêniyên Efrîn-Şehbayê: 16 kes hatin qetilkirin
15 kanûn, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku Heyet Tehrîr El Şamê 27ˈê Mijdara îsal êrişên xwe li dijî rejîma Baasê li gundewarê rojavayê Helebê dan destpêkirin, çeteyên "Ceyş El Wetenî" bi fermana dewleta Tirk a dagirker berê berê xwe da gelê Kurd ên li gundewarê Helebê û Şehbayê. 

Çeteyan 1ˈê Kanûnê ji sê aliyan ve (rojava, bakur û rojhilat) êriş li dijî şêniyên li Şehbayê dan destpêkirin. Di encamê de bi hezaran malbatên ji koçberên Efrînê ber bi deriyê Ehdas-Fafîmê yê başûr ê nêzî bajarê Helebê ve koçber bû.

Çeteyan gelek caran karwanên koçberan asteng kirin û pêkanînên dermirovî li dijî wan kirin. Dezgehên ragihandin, saziyên hiqûqî û civakî bîlançoya sûcên ku çeteyan li dijî şêniyên kantona Efrîn-Şehba de kirine parve kirin.

QETILKIRIN:

Navê welatiyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku rasterast ji aliyê çeteyên "Ceyş El Wetenî" ve hatine qetilkirin ev in:

Henan Mihemed Mecûnû (36), Henan Mihemed Mûşû (62), Ebdurehman Şêxmûs Cuma (40), Şaban Ehmed Mehmûd (38), Yeşar Îbrahîm (25), Ehmec Cimo Hiso (72), Nazê Xelîl Elo (42) Ebdo Ebdulmenan Ebdullah (64), Mihemed Ehmed Xidro (50).

Di van êrişan de zêdekirî 4 kes jî birîndar bûn.

HELEB

Di êrişên çeteyên "Ceyş El Wetenî" yên xetên li beramberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de hejmarek şênî hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, di êrişa li dijî erebeya wan de, şêniyê bi navê Memdûh Bekir Osman (60), Cemal Hisên Mursil (45) û kurê wê Hisên Cemal Mursil (24) hatin qetilkirin.  Her wiha hevjîna Cemal û keça wî, Hiyam Yûsif Reşîd û Ancî Yûsif Reşîd birîndar bûn.

MIRINA DI RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ DE

Endamê Partiya Hevbendi ya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ebdurehman Xelîl Murşid (59) di rêwîtiya koçberiyê ya ber bi herêmên Rêveberiya Xweser de ji bo nekeve destê çeteyan dawî li jiyana xwe anî. Seîd Ebdo Naso (85) û Nûrî Horîk Heftaro (65) jî di meşa koçberiyê de krîza dil derbas kirin û wefat kirin. Pitikê bi navê Nuh Mihemed Reşo (4 meh) di rêwîtiya koçberiyê de ji ber serma û birçîbûnê de wefat kir.

(bb)

ANHA