Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Bêrîtan re hat xwestin

Ji bo şervanê YPG'ê Şervan Bêrîtan (Dîndar Bor) ê şehîd girseya gel serdana sersaxiyê li malbata wî kir.

Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Bêrîtan re hat xwestin
1 adar, 2026   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şervanê YPG’ê Şervan Bêrîtan (Dîndar Bor) ê ku di 20’ê Çileyê di êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li Sirînê şehîd bûbû, li mala wî ya li Colemêrgê taziye hate danîn. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, DBP, DEM Partî û gelek welatî bi girseyî çûn serdana taziyeya şehîd Şervan Bêrîtan.

Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’ê ya Wanê Hanim Kayayê di taziyeyê de got: “Hevalên me, ji bo rûmeta me û gelê me li dijî DAIŞ’ê tê koşiyan. Divê em nehêlin ev pêşeroja me tarî bikin. Em soz didin ku em ê li ser doza wan bin û xeyalên wan pêk bînin.

Di taziyeyê de gelek caran dirûşmên "Ey şehîd xwîna ta li erdê namîne” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Çavkanî: ANF