Li dijî balafirgeha Hewlêrê 2 êriş

Koma çekdar ên Seraya Ewliya Dem ya li Iraqê ragihand ku bi rêya balafirek bê mirov êrişî baregeha leşkerî ya Amerîka ya li Hewlêrê kiriye.

Li dijî balafirgeha Hewlêrê 2 êriş
1 adar, 2026   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hatibû ragihandin ku di saetên sere vê sibehê du êriş li dijî baregeha Herîr a li Hewlêrê ku hêzên Amerîkayê lê dimînin, hatibûn kirin.

Komek çekdar a  ku ser bi Berxwedana Eniya Îslamî ya Iraqê (Meqawmey Îslamî) bi daxuyaniyekê êriş girte ser xwe.

Daxuyaniya koma çekdar wiha ye: “Wek bersivek ji bo pabendbûna me ya bi piştgiriya Îranê re li dijî Îsraîl û Amerîkayê, her wiha parastina serweriya Iraqê, endamên me îro sibehê bi karanîna balafirên bê mirov, baregeha leşkerî ya Amerîka ya li Hewlêrê kirin hedef.''