Siyasetmedarekî Ahwazî: Êrişên li ser Îranê peyamên pêşîlêgirtinê ne 

Berdevkê fermî yê Eniya Demokratîk a Ahwazê diyar kir ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê peyamên pêşîlêgirtinê ye û ji ber gelek sedeman çêbûne.  Her wiha da zanîn ku 3  senaryoyên vî şerî hene.

Siyasetmedarekî Ahwazî: Êrişên li ser Îranê peyamên pêşîlêgirtinê ne 
1 adar, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Eniya Demokratîk a Ahwazê Tariq Casim der barê êrişên Amerîka û Îsraîlê ên li ser Îranê de got, ev arîşe ji ber çend sedeman wekî tevliheviya pirsgirêka nukleerî û gefa mûşekên balîstîk ên Îranê çêbûne. 

Casim ev êriş wekî "encama bernameya dewlemendkirina nukleerî ya bilez ku Îranê nêzîkî çêkirina çekên nukleerî dikir" nirxand.

Casim destnîşan kir ku Îsraîl pêşîgiritina li Îranê da ku çekên nukleerî  bi dest nexe û wekî pirsgirêkek hebûnî dibîne, di heman demê de Washington belavbûna nukleerî wekî mijareke sereke ya ewlehiya neteweyî dibîne.

Casim ev li axaftinên xwe zêde kir: "Ji aliyekî din ve, yek ji sedemên aloziyê ew e ku Îranê çekên pêşketî dan hevalbendên xwe li herêmê yên wekî Hizbullah, Hûsî û milîsên Iraqî, ku ew bûn xeter li ser bazirganiya deryayî û baregehên leşkerî."

3 SENARYO

Li gorî Casim, 3 senaryoyên sereke yên vê arîşeya leşkerî hene û der barê van senaryoyan de ev nirxandin kirin "Senaryoya yekem, dê êrişkeke sînordar û hesabkirî çêbibe. Piştre dê navbeynkarî çêbibe da ku rewşê kontrol bike. Eger êriş peyamên pêşîlêgirtinê bin hingî dê senaryo herî derbasdar be û veneguehrin şerekî berfireh. Senaryoya duyemîn; şer li herêmê berferh bibe. Dibe ku şer piştî êrişên destpêkê yên ji hêla Îranê ve hatine kirin bighêje welatên Kendavê. Dûv re jî ji ber hebûna baregehên Amerîkayê  bighêje Iraqê. Her wiha ji ber nêzîkbûna wê bi Îsraîlê, hebûna Hizbullah û xetera zêdebûna aloziyê li wir dibe ku êrişê bighêjin Lunbanê. Dibe ku destwerdana Hûsiyan ji Deryaya Sor were kirin.

Senaryoya sêyemîn pevçûna vekirî ye. Lê ev senaryo ya herî kêm e lê ya herî xeternak e. Di vê senaryo de dê êrişên berfireh li ser binesaziya leşkerî û navendên stratejîk werin kirin û hin aliyên din jî dê têkevin nava şer. Ev senaryo dê hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bi salan biguherîne."

(k)