Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê: Divê failên Komkujiya Parîsê ya duyemîn bên aşkerakirin 

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên her du komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê û raya giştî ya navneteweyî kir ku komkujiyê zelal bikin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê: Divê failên Komkujiya Parîsê ya duyemîn bên aşkerakirin 
23 kanûn, 2023   14:48
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera yekemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê ku 23`yê Kanûna 2022`yan li Navneda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê li dijî pêşenga jinan Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil pêk hat, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) îro li Qamişloyê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi amadebûna endamên Kongra Star û rêxistinên jinan ên kantona Cizîrê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Nivîsgehên Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen û endama nivîsgehê Maya Ehmed bi erebî û kurdî hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Komkujiya Parîsê (9’ê Çileya 2013) Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê (23’ê Kanûna 2022) Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil hatin bibîranîn.

Hate gotin ku MÎT’a dewleta Tirk li pey vê komkujiyê ye û bang li raya giştî û saziyên navneteweyî hate kirin ku rastiya van komkujiyan zelal bikin û wiha hate domandin: “Êdî bes e ji razîkirina dewleta Tirk û nixumandina tawanbarên wê re. Ji rijandina xwîna gel û têkoşerên me bi destê dewleta Tirk faşîst re êdî bes e.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina xeta şehîdan hate dayîn û dirûşmên "Bijî berxwedana jina azad" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.

(lî)

ANHA