Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG'ê şehîd Fuad Mistefa re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Fuad Mistefa re xwestin
4 kanûn, 2025   13:31
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên sivîl, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Rûspiyan a Tebqayê berê xwe da konê sersaxiyê yê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Fuad Mistefa yê li pakrewangeha Tebqayê.

Şehîd Fuad Mistefa du 5'ê Mijdara 2022'yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Mehmûd El Sayil li ser şehîdan axivî û got şehîd rêya azadiyê ji gelan re ronî dikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê jî endama meclisê Sîham El Elî bi navê QSD'ê soza domandina têkoşînê û parastina aramî û ewlehiyê dubare kir.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kirin.

(mh)

ANHA