Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan

Di çarçoveya pêngava 16 rojan a bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, li Qamişloyê pêşangeheke hunerên jinan hat vekirin.

Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
Li Qamişloyê pêşangeha hunerên jinan
4 kanûn, 2025   13:28
QAMIŞLO

Navenda Um El Nûr a girêdayî Komeleya Ermen a Xêrxwaziyê (Metraniya Ermenên Katolîk) bi tevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), pêşangeheke hunerên jinan li Hola Sîmoniyan (Hola Dêra Ermenên Katolîk) a li bajarê Qamişloyê vekir. Pêşangeh di çarçoveya pêngava 16 rojan a bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dest pê kiriye û dê 10’ê Kanûnê bi dawî bibe.

Jinên ji Qamişloyê, nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên hiqûqî, deste û rêxistinên jinan di pêşangehê de amade bûn.

Di pêşangehê de destkariyên 12 jinanî (xwarin, wêne, neqişandina ser textan û hunerên bi têlan hatine çêkirin û hwd) hatin pêşandan. Ev pêşangeh bi armanca piştgiriya jinan di aliyê madî û manewî de û nîşandana hunerên wan hatiye kirin.

Pêşangeh dê heya sibê (5 Kanûn) vekirî be.

(bb)

ANHA