Sersaxî ji malbata şehîd Fîraz Artêş re hat xwestin

Ji malbata gerîlayê HPG’ê Fîraz Artêş ku 30’ê Îlona 2022’yan li Metînayê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

11 gulan, 2024   14:42
KOBANÊ

Xelkê kantona Firatê sersaxî da malbata gerîlayê HPG’ê Fîraz Artêş (Muhammed Heliç) ku 30’ê Îlona 2022’yan li Metînayê şehîd bûbû.

Girseya gel bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" herikîn bin konê sersaxiyê ku li Xurxurî yê rojavayê bajarê Kobanê hate vedan. Di kon de wêneyê şehîd hatibûn daliqandin.

Di merasîma sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da. Eyşe Efendî got: “Bi salane gerîla li ber xwe didin. Ji destpêka derketina apocitiyê ve û heta roja me ya îro em xeta têkoşîna xwe dewam dikin. Gundê Xurxurî gundekî bi şehîdan tê naskirin. Me ji tunebûnê hebûn çêkir.”

Eyşeyê di dawiyê de got: “Şehîdên me hebûna me ne, em ê li pey xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî sersaxî ji malbatê malbta şehîd Fîraz re xwest û soza têkoşînê nû kir. Balî got: "Ev bû demeke dirêj tevgera me di nava têkoşîna xurt a azadiya Kurdistanê û tevahî mirovahiyê de ye. Gerîlayên me li ber xwe didin. Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de têkoşîna heqîqetê dike. Heta niha bi Fîrazan xeta berxwedanê didomînin.”

Ji rêveberên Kongra Star a bajarokê Qinê Sûad El Demir axivî û got:" Gerîlayên me bi xurtî li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Em ê her tim li kêlek gerîla têkoşînê bikin û berxwedanê xurttir bikin.”

Piştre wesîqeya şehîd Fîraz Artêş ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sş)

ANHA