Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan Şêrawa re xwestin
28 adar, 2025   15:41
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endam û rêveberên meclisan û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl sersaxî da malbata şervanê YPG’ê Berxwedan Şêrawa (Nîhad Mihemed Erebo) ku 25’ê Adarê li Helebê şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtinê axaftina hatin kirin. Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Bedran Hemo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got destkeftiyên hatine bidestxistin û hatine parastin berhema keda şehîdan e.

Bedran Hemo bang kir ku Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan esas bigirin.

Rêveberê Komîna Şehîd Rafî, Emîn Dawud jî anî ziman ku Berxwedan Şêrawa di têkoşîna xwe ya 10 salan de berdêlên giran ji bo xizmeta gelê xwe dabû. Emîn Dawud got, dê heya pêkanîna xeyalên şehîdan têkoşînê bikin.

Rêvebera Komîna Şehîd Şîlan, Zahîda Menan jî got şehîd ew kesên ku civak fêrî wateya azadiyê kirine û diyar kir ku bêyî fedakarî jiyaneke bi azad û rûmet nayên bidestxistin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Berxwedan Şêrawa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA