Sersaxî ji malbata şehîd Apê Nemir re xwestin

Xelkê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Apê Nemir.

Sersaxî ji malbata şehîd Apê Nemir re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Apê Nemir re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Apê Nemir re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Apê Nemir re xwestin
15 cotmeh 2024   14:37
KOBANÊ

Xelkê kantona Firatê piştî merasîma oxirkirinê ya li Pakrewangeha Şehîd Dîcle, herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Apê Nemir ku li taxa Kaniya Kurdan a li Kobanê hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de axaftin hatin kirin. Endamê Federasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê Îsmaîl Mihemed axivî û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Mihemed got: “Em çi qasî qala keda Apê Nemir bikin kêm dimîne. Her kes dizane Apê Nemir kî ye û çi berxwedan û têkoşîn kiriye. Her kes dizane ew sembola berxwedana Kobanê bû, ew û zarokên xwe bê berdêl heta dawiyê berxwedaneke dîrokî kir.”

Ji sembolên berxwedana Kobanê Xelîl Hemê (Apê Nemir) duh ji ber krîza dil şehîd bû. Cenazeyê şehîd Apê Nemir îro jî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin.

Qebûlkirina sersaxiyê ji malbata şehîd re dewam dike.

(ekîp/bb)

ANHA