Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar

Şêniyên kantona Firatê sersaxî da malbatên şehîd Çiyager Dîcle û şehîd Şiyar Herekol.

Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
Sersaxî dan malbatên şehîd Çiyager û şehîd Şiyar
17 nîsan, 2025   13:57
KOBANÊ

Merasîma sersaxiya şehîd Çiyager Dîcle ku di 22`yê Tîrmeha 2024`an de li herêma Zapê şehîd bûbû, li taxa Miştenûrê ya Kobanê hate lidarxsitin. Merasîma sersaxiya şehîd Şiyar Herekol jî ku 9`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bûbû, li gundê Qeremuxê yê Kobanê li dar ket.

Di merasîma li Miştenûrê de hevserokê Desteya Gaziyên Şer û Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Êto axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew gihaştine vê pêvajoyê û got: “Di dîroka gelê Kurdistanê de em rastî gelek berxwedêrên wekî Çiyageran hatine, bi saya wan jî em li vir in.”

Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho jî got: “Şehîd Şiyar ku bavê wî û birayê wî jî şehîd in, xwedî li wê sozê û wê xetê derket. Va ye di 4 mehan de destanên dîrokî bi destê hevrêyên Şiyar hatin nivîsandin û careke din me mohra xwe li dîrokê da."

Her du merasîmên sersaxiyê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bûn.

(sş/k)

ANHA