Hunermend Remezan Necîm Omerî koça dawî kir

Hunermendê Kurd Remezan Necîm Omerî li bajarê Dirbêsiyê ji ber nexweşiya dil koça dawî kir.

Hunermend Remezan Necîm Omerî koça dawî kir
17 nîsan, 2025   13:12
HESEKÊ

Hunermendê Kurd Remezan Necîm Omerî  îro bi temenê 84 salî de, li bajarê Dirbêsiyê ji ber nexweşiya dil koça dawî kir..

Remezan Necîm Omerî  stranbêj û hunermendekî gelêrî yê Kurd e, di sala 1941ê de li bajarê Dirbêsiyê di malbateke hunermend de hatiye dinê. Rêwîtiyeke hunerî ya dewletmend li şûna xwe hişt.

Biryare îro piştî nîvro cenazeyê wî li Goristana bajarê Dirbêsiyê bispêrin axê.