Serokê MÎT’ê dê serdana DEM Partiyê bike

Biryare îro Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, li meclisê serdana DEM Partiyê bike.

Serokê MÎT’ê dê serdana DEM Partiyê bike
21 tîrmeh, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, îro di saet 15.30’an de dê li Meclisê biçe serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).

Dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî, Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşwaziya Kalin bikin.

Kalin, di saet 14.00’an de dê biçe serdana AKP’ê.