TAJÊ ji bo kampanyaya jenosîdê ji 19 welatan re name şand

Komîteya Dîplomasiya TAJÊ name ji 19 welatên cuda re şand da ku ew jî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke jenosîd nas bikin.

TAJÊ ji bo kampanyaya jenosîdê ji 19 welatan re name şand
21 tîrmeh, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi nêzhatina 11’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, dest bi çalakiyên cuda kir. Weke tê zanîn beriya niha 14 welat fermanê weke jenosîde nas kiribûn. TAJÊ ji 19 welatên cûda re ji bo ku ew jî fermana 2014’an weke jenosîde nas bikin, name şandin da.

Nameya Komîteya Dîplomasiya TAJÊ wihaye:

“11 sal li ser fermana 3.8.2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî derbas dibe. Civaka Êzidî fermana 74’an li pêş çavên cîhanê jiya. Di vê fermanê de bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, dîlgirtin û ji cih û warên xwe koçber bûn. Qûrbaniyên herî zêde yê fermana 74’an jin û zarok bûn. Jinên Êzidî hatin dîlgirtin, firotin, tecawizkirin, êşkencekirin û kuştin. Bi sedan zarok, pîr û kal ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. 11 sal li ser fermana 74’an re  derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin û trajediya fermanê derbas nebûye. Heya niha 2900 mirovên Êzidî ku piraniya wan jin û zarokin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Bi sedan jî çarenûsa wan bi tu awayî nayê zanîn. Hîn bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin û hîn jî gorîn nû têne dîtin.

TAJÊ derbarê fermanê de dosyayeke taybet amade kiriye

Di nav 11 salan de 14 welatan bi fermî fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl kirine. Me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dosyayeke berfireh li ser fermana 3.8.2014’an amade kiriye. Em vê dosyaya ku bi belge û agahiyên girîng îspat dike ku fermana 3.8.2014’an a li ser civaka Êzidî li Şengalê hat jiyan kirin jenosîd e, pêşkêşî we dikin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn jî bi erk û berpirsyartiyên xwe ya mirovî rabin û fermanê bi fermî wek jenosîdê nas bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bersiva fermanê bû

Me weke jinên Êzidî ji bo pêşî li qirkirina jin û civaka xwe bigirin, piştî jenosîda sala 2014’an di sala 2015’an de, destpêkê weke komeke jinan bi navê Meclîsa Jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir. Weke bersiva jenosîdê li dijî jin û civaka Êzidî me rêxistina xwe ava kir. Ji bo jin bibe xwedî hêz û karibe parastina xwe ji ferman û êrişan bike, me xebatên xwe mezin û berfireh kir. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) hat ava kirin. Heya niha em wekî jinên Êzidî li Şengalê xebatên xwe berdewam dikin.”

Welatên ku name ji wan re hatiye şandin wiha ne:

Serokatiya Afrîkaya Başûr

Protokola Merasîma Dewletê ya Îtalyayê

Ofîsa Serokkomar û Têkiliyên Dîplomatîk ên Giştî yên Bulgaristanê

Ofîsa Serokkomarê Komara Slovakyayê

Serokkomarê Slovenyayê

Wezareta Derve ya Fransayê

Serokkomarê Komara Fînlandiyayê

Serokkomarê Qibrisê

Serokkomarê Komara Hirvatistanê

Wezareta Karên Derve ya Maltayê

Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê

Serokkomarê Avusturya

Ji bo Serokkomarê Yewnanistanê

Serokê Hikûmeta Spanyayê

Wezareta Karên Derve ya Çînê

Ofîsa Serokatiya Hindistanê

Serokatiya Komara Erebî ya Misrê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres