Di êrişên Îsraîlê de kuştî û birîndar hene

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda yên Xezayê de 9 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. WFPˊê gulebarankirina sivîlên li benda alîkariyan şermezar kir.

Di êrişên Îsraîlê de kuştî û birîndar hene
21 tîrmeh, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajana WAFAˊyê, di êrişên hewayî û bejahî li dijî deverên cuda yên Xezayê de 9 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

WAFAˊyê diyar kir ku ji wan 9 kesên hatin kuştin; 5 kes di êrişa Îsraîlê ya li dijî konê malbata Ebû Teême ya li herêma Mewasî ya li rojavayê Xan Yûnisê de hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Li aliyekî din jî, 2 kes di êrişa balafireke bêmirov a li çerxerêya Nezlê yê li Ceblaya yê bakurê Xezayê de hatin kuştin û 2 kes din jî di êrişa guleyên hawanê de li başûrê Dêr El Beleh hatin kuştin.

WAFA’yê bi bîr xist ku ji destpêka şerê 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan de zêdetirî 58 hezar û 800 kes hatine kuştin; piranjî jin û zarok in û zêdetirî 140 hezar kes jî birîndar bûn. Hîna gelek cenaze di bin kavilan de ne.

Li aliyekî din jî Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) duh, avêtina guleyan ji hêla hêzên Îsraîlê ve li dijî girseya sivîlên ku li benda alîkariyên xwarinê yên li bakurê Xezayê bûn, şermezar kir.

WFPˊê diyar kir ku yek ji karwanê wê ji hêla tank û sekvanekê ve hat hedefgirtin, di encamê de "zirarên mirovî çêbûn" û gelek kes jî birîndar bûn. WFPˊê aşkera kir ku rewşa mirovî gihîştiye rewşa xeternak.

WFPˊê daxwaza dabînkirina korîdorên ewle ji bo xebatkarên mirovî kir û banga agirbestekê kir û diyar kir ku "Divê li hember wergirtina xwarinê, gule neyê avêtin."

(fr)