Serokê Meclisa Tirkiyê bi serokwekîlên koma partiyan re civiya

Serokê Meclisa tirkiyê Nûman Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan ên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re civiya.

Serokê Meclisa Tirkiyê bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
8 cotmeh, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan ên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re civiya. 

Kurtulmuş, beriya civîna 14’an a komîsyonê li odeya xwe ya li Meclisê hevdîtin kir û têkildarî hevdîtinê tu agahî nehatin parvekirin.

 Komîsyon dê di rûniştina ewil a civîna 14’an de li nûnerên Komeleya Efserên Teqawid a Tirkiyeyê TESUD), Komeleya Binefserên Teqawid a Tirkiyeyê (TEMAD), Komeleya Cendirmeyên Pispor ên Teqawid (EMUJAD) û TEMUD’ê guhdarî bike.

Di rûniştina duyemîn de jî dê komîsyon li nûnerên Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Demokrasî û Yekitiyê (DEMBÎRDER), Komeleya Xebatên Polîtîkaya Cemaweriyê û Demokrasiyê (PODEM), Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Weqfa Aştiyê û Komeleya Mutebeqeta Civakî (TMD) guhdarî bike.

 Civîna ku dê serokatiya wê seroka meclisa Tirkiyê  Nûman Kurtulmuş bike saet di 14.00’ê de dest pê dike.