Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn

29 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê di salvegera 2’yemîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn.

Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
Şehîdên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin bibîranîn
8 cotmeh, 2025   14:11
QAMIŞLO

29 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên ku du sal berê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser a Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê ya li gundê Hemze Bêg ê Herêma Koçeratê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan ve li Akademiya Şehîd Nesrîn a li gundê Hemze Beg hat lidarxistin. Bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên kantona Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî.

Mihemed Cemîl di destpêka axaftina xwe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûne.

Cemîl şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, şehîdên Komkujiya Hemze Beg ji bo azadiya gelê xwe têkoşîneke bêhempa nîşan da.

Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Meen El Asî jî axivî. El Asî di axaftina xwe de şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê bi bîr anîn û wiha domand "Ji bo parastina silametî û ewlehiya civakê ji afatên ku îroyîn û siberoja me dixin xetereyê berdêlên mezin dan. "

Meen El Asî soza domandina rêya şehîdan da. Piştre helbestavan Mihemed Ezîz helbest li ser şehîdan xwendin

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Cotmeha 2023’an de bi balafirên şer ên bêmirov Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê ya li gundewarê Dêrikê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê şehîd bûn û 28 endam jî birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Xwînrêj Temê, Cemîl Şêx Nesan, Candar Oskîlo, Alan El Elî, Orhan Miho, Besam El Hisên, Îsmaîl Hesen, Yezen El Kiço, Nasir Eker, Munaf Semîr, Mihemed Mele Ehmed, Lorens Ebdî, Muaz Osman, Mehmûd El Werwer, Elî El Şueyb, Elî Osman, Ednan Yûsif, Ebdullah El Ilêwî, Ezîz Ebdî, Udey El Xelîl, Ebdulwahid El Ehmed, Salih Yûsif, Rêzan Mistefa, Silêman Bozî, Feyad El Hedmûl, Ehmed Xidir, Mihemed El Eswed, Salihd Dendûs, Ebdulezîz Osman.

(bb)

ANHA