Şahidekê komkujiya li Tişrînê vegot

Şahidekê kêlî û detayên şehîdxistina 6 sivîlan di êrişa hewayî ya 18ˋê Çileyê li Bendava Tişrînê de vegotin.

Şahidekê komkujiya li Tişrînê vegot
30 ÇILE, 2025   06:20
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

17`ê Çileyê bi sedan şêniyên Qamişloyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser giştî herêmê û parastina bendavê,  berê xwe da Bendava Tişrînê.

Şêniya bi navê Wedhe Wankî yek ji şêniyên tev li çalakiya li bendavê bûbû. Wedha ji ajansa me re axivî û behsa detayên 2 rojên li bendavê maye kir.

Wedha da zanîn ku dema wan berê xwe dida bendavê, dewleta Tirk a dagirker ew li ser rêya Bendava Tişrînê hedef girtibûn û got: "Beriya em bigihînin bendavê. Karwana me hat hedefgirtin. Sivîlan guh neda êrişan û bi erebeyên xwe çûna ber bi bendavê ve dewam kir. Beşa din jî 15 deqeyan ma û piştre çûna ber bi bendavê ve dewam kir."

Wedha wiha domand: "Derdora bendavê dihate topbarankirin û 2 şênî birîndar bûn. Di roja duyemîn de dema me li ser bendavê dîlan girtibû, saet nêzî 3ˋyan berêvarê em hatin hedefgirtin. Piştre me dît ji ber zextê em li erdê ne, di toz û tolazê de mane."

Wedha wiha pê de çû: "Jinan bi şerpên serê xwe hewl dan xwîna birîndaran, rawestînin. Hevalê me Ekrem Rexo, Minîce Heyder, Muzefer, Kêfo û Ebdulqadir jî di êrişê de şehîd bûn. Cuma Xelîl (Bavê Tayar) ji zikê xwe ve birîndar bûbû, lê wî got rewşa wî baş e."

Wedha got: "Birîndar birin nexweşxaneyên Tebqayê. Piştî çend saetan, me bihîst ku Bavê Teyar şehîd bûye."

Wedha destnîşan kir ku êriş tu bandor li morala xwepêşandêran nekir û anî ziman ku di saetên êvarê de dewleta Tirk careke din erebeyên xwepêşandêran ên li nêzî cihê çalakiyê rawestiyane, topbaran kirin.

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a 18`ê Çilyeê de, şanogerê kurdistanî Cuma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman, Ekrem Rexo, hevseroka nivîsgeha PYD`yê şaxê Qamişloyê Minîce Heyder, endamên Meclisa Bajarê Qamişloyê Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm şehîd bûn.

Her 6 sivîlên şehîd li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke biheybet ku bi deh hezaran şêniyên Qamişloyê tev lê bûn, hatin veşartin.

(şx/fr)

ANHA