Serokê desthilata Şamê gihîşt Fransayê

Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri bi vexwendineke fermî ji aliyê Macron ve gihîşt Fransayê.

Serokê desthilata Şamê gihîşt Fransayê
7 gulan, 2025   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri, wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê Esed El Şîbanî û serokê Desteya Awarte û Karesetan a desthilata Şamê Raêd El Salih ku ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibûn vexwendin, gihîştin Parîsê.

El Şeri, El Şîbanî û El Salim dema gihîştin Balafirgeha Charles de Gaulle ya Parîsê, ji hêla 3 kesan ve, yek bi cilê leşkerî yê Fransyê bû, hatin pêşwazîkirin.

Wê El Şeri saet 5’an êvarê li Qesra Elysee bi Macron re bicive û wê dosyayên girêdayî îstîqrara li Sûriyeyê, têkoşîna dijî terorê, parastina pêkhateyan, ceza û alîkariyên aborî nîqaş bikin.

Ji dema ku Ehmed El Şeri, piştî hilweşîna rejîma Baas’ê, hatiye ser desthilatê ve, ev serdana wî ya yekemîn li Ewropayê ye.

Ev serdan, di demeke nîqaşên li hundirê Yekitiya Ewropayê de li ser siberoja têkiliya bi rêveberiya Sûriyeya nû re zêde dibin, pêk hat.

Li hemberî vê serdanê helwesteke nerazîbûnê di nav civaka Fransayê de derket. Gelek çavdêran got ku tiştekî ne di cih de ye ku serokekî ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin di welatekî demokratîk de pêşwaziya terorîst û cîhadîstekî berê bike. Hin çavdêran jî dît ku ev serdan ji bo peydakirina çareseriyên siyasî û pêkanîna aştiyeke domdar li Sûriyeyê pêwist e.

Çavkaniyên nêzîkî Macron diyar kiribûn ku Macron wê mijarên misogerkirina mafên pêkhateyan û beşdarkirina wan di desthilatê de û dosyayên jinûve avakirinê û hevkariya aborî bi El Şeri re nîqaş bike .

Ev yek di demekê de, ku alozî li Sûriyeyê zêde dibin, bi taybetî komkujiyên peravê yên meha Adarê ku di encamê de hezar û 700 Elewiyan hatin qetilkirin û her wiha pevçûnên li herêmên ku piraniya wan Durzî ne, pêk tê.

(mh/fr)