Li dijî pêşwazîkirina El Şeri li pêş Qesra Elysee çalakiya nerazîbûnê

Sûriyeyiyan li pêş Qesra Elysee ji bo redkirina pêşwazîkirina serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ji hêla serokê Fransayê Emmanuel Macron ve, perotesto kir.

Li dijî pêşwazîkirina El Şeri li pêş Qesra Elysee çalakiya nerazîbûnê
7 gulan, 2025   18:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri, wezîrê Karên Derve ya desthilata Şamê Esed El Şîbanî û serokê Desteya Awarte û Karesetan Raêd El Salih ku ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibûn vexwendin, gihîştin Parîsê.

Ji dema El Şeri hatiye ser desthilata Şamê ev cara yekemîn e ku serdana Ewropayê dike. Ev yek di demekê de ku nîqaşên di nava YE’yê de der barê siberoja têkiliya wê bi desthilata Şamê re zêde dibin pêk tê.

Li hemberî vê serdanê nîqaşên fireh di nava aliyên siyasî yên Fransayê de hatin kirin. Her wiha penaberên Sûriyeyî yên li Fransayê jî ji bo nîşandana nerazîbûnê li hemberî pêşwazîkirina El Şeri, li pêşiya Qesra Elysee protesto kir.

(mh/fr)