Serokatiya Durziyan lihevkirina bi hikumetê re derewand

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî lihevkirina bi hikûmeta veguhêz a li Sûriyeyê re red kir û got ew ê li hemberî wê şer bikin.

Serokatiya Durziyan lihevkirina bi hikumetê re derewand
16 tîrmeh, 2025   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî têkildarî agahiyên dawîn ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re li ser agirbestê li hev kiriye daxuyanî da.

Serokatiyê di daxuyaniyê de piştgiriya berxwedana “bi rûmet û leheng” a şervanên durzî yên parastina Siwêdayê dikin silav kir.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Em bi hev re rê li ber sûcên ku ji bo çewsandin an jî tunekirina me bisekirin û têk bibin. Em vê yekê wekî erkek neteweyî, mirovî û exlaqî dibînin ku nayê tawîzkirin. Em li wan komên çete yên li parêzgehê dikin ku çeka xwe deynin û xwe radest bikin.”

Her wiha Serokatiyê da zanîn ku wan bi hikumetê re ti lihevkirinek îmze nekiriye. Di heman demê de her kesê yan jî aliyê dê bi awayekî tekakesî bi van aliyan re lihevkirinekê bikin hişyar kir ku “dê xwe rûbirûyî hesabpirsînekê qanûnî û civakî bibînin”.

Rêberê durzi yê sûriyeyî Yusif Cerbû jî aşkera kiribû ku rûspiyên Siwêdayê bi Şamê re lihev kiriye ku agirbest pêk were, bendên hêzên ewlehiyê û polîsan ên hikumetê û yên ji Siwêdayê di nava bajêr de werin bicihkirin.

(şx)