Mezlûm Ebdî: Beyî diyalog û aqilmendiyê Sûriye ava nabe

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bang li rawestandina êrişên li dijî sivîlan kir. Her wiha ji bo koçberan, banga vekirina korîdorên bi ewle kir. Ebdî ji berdewamkirina kuştinê û binpêkirina sembolên olî hişyarî da.

Mezlûm Ebdî: Beyî diyalog û aqilmendiyê Sûriye ava nabe
16 tîrmeh, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) got divê êrişên li dijî sivîlan li parêzgeha Siwêdayê demildest rawestin. Ebdî ji bo koçberan jî, bang kir ku korîdorên bi ewle bên vekirin û di heman demê de kuştina jin û zarokan û wêrankirina perestgehên olî sûcên dijmirovî ne û divê ev kirinên tundirew werin rawestandin û berpirsên wan werin darizandin.

Ebdî li ser hesabê xwe yê “X” got ku hawara xelkê Siwêdayê ji bo ku bên parastin û êrişên li dijî wan rawestin gihaştine wan.

Ebdî destnîşan kir ku piştî 14 sal şer, divê mentiqê heyfhilanînê were derbaskirin, zimanê diyalogê û aqilmendiyê serwer be.

Ebdî wia domand: “Dem hatiye rijandina xwînê raweste. Sûriye bi heyfhilanînê lê belê bi diyalogê û aqilmendiyê ava dibe.”

Ebdî di dawiyê de got doza xelkê Durzî dozeke niştîmanî ye û çareserkirina wê divê bi rengekî destûrî û diyalogê be.

(şx)