Seroka EUTCC: Ji bo Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê

Lêkolînera pirsgirêka Kurd Karian Therese Westerheim bang li berpirsên siyasî û nûneran Kurdan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xurtî bikevin tevgerê.

Seroka EUTCC: Ji bo Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê
16 sibat, 2024   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN

 Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC)  lêkolînera pirsgirêka Kurd Karian Therese Westerheim pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tevgerên ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA’yê re nirxandin.

Karian Therese Westerheim diyar kir ku li seranserî cîhanê rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên negirêdayî hikumetan beşdarî xebatên balkişandina ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bûne. Karian Therese Westerheim  ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang li siyasetmedar û nûnerên Kurdan kir ku ji her demê bêtir beşdarî hewldanên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin.

Karian Therese Westerheim di destpêka axaftina xwe de wateya "girtiyê siyasî" şîrove kir û got: "Girtiyê siyasî mirovek e, ji ber îdeoloiya xwe ya siyasî yan jî ji ber ku nêrîna xwe ya îdeolojîk parve kiriye, hatiye girtin. Girtîgeh wekî wesîleya li dijî tundiya siyasî bi kar tîne."

’OCALAN JIYANA BI MÎLYONAN KURDAN GUHERT’

Li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan jî Karian Therese Westerheim wiha got: "Ji girtiyên siyasî yên navdar li Tirkiyeyê û li ser asta navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan û hêza wî ya parastinê, di serî de tevgera rizgariya siyasî jiyana bi mîlyonan Kurdan guhert, cesaret da xelkê, rêxistin û tevgerên derveyî sînorê Tirkiyeyê jî."

Karian Therese Westerheim bal kişand ser bandorên tecrîdê li ser girtiyên siyasî û ev nirxandin kir: "Bandorê tecrîdê li girtiyên siyasî pirsgirêkeke bigirêk û xwedî gelek alî ye.  Hewldanên başkirina silametiya dirûnî ya ferdên di şert û mercên tecrîdê de desteke ji hemû waran ve pêwîst dike. Divê xizmetên tenduristiya zihnî jî hebin. Ji bo başkirina tenduristiya girtiyan divê mercên girtîgehê baş bin. Lê di rastiyê de derfetên baş li Îmraliyê nîn in, rapora CPT’yê jî vê yekê piştrast dike."

’DIKARE AŞTIYÊ JI KURDAN Û CIVAKA TIRK RE MÎSOGER BIKE’

Lêkolîner Karian Therese Westerheim li ser sedemên ku hiştine Rêber Abdullah li hemberî mercên tecîrdê li ber xwe bide got: "Tecrîda demdirêj bi taybetî ya li ser girtiyên siyasî dibe ku bandorên dirûnî yên kûr û mezin li girtî bike. Dibe ku stres û encamên xirab li fîzikiya girtî bike. Bandora dirûnî li gorî zeman û mekan û li gorî hêza girtî tê guhertin. Lê pirsa ku xwe dide der ev e; ruxmî tecrîdê û qutkirina peywendiyan bi derve re; Abdullah Ocalan çawa dikare heta radeyeke mezin hêza xwe ya fikrî biparêze. Lê ev jî rastiyek e; ji ber tecrîdkirina wî ya ji 3 salan ve, li derveyî Îmraliyê ti kes bi rastî nizane rewşa wî çawa ye, rewşa wî ya fizîkî û derûnî çawa ye û dê çawa li ber xwe bide. Weke kesên ji derve em tenê dikarin texmîn bikin ku Ocalan hîn sax e û çalakiyên xwe didomîne. Rêbertî dizane ku xelkên li derve dizanin ka li Îmraliyê çi diqewime. Dibe ku ev nasîn jî hêzê dide wî ku tenêtiyê hîs neke. Beriya sê salan parêzeran û xeyrî wan bi awayekî asayî serdana wî dikirin û rewşa siyasî ya li derve jê re parve dikirin, wî jî dikarî nameyên xwe rê bike. Ruxmî ku ev tişt ji zû de bû, ruxmî ku tevahî peywendiyên wî hatin birîn, lê ezmûnên wî ji civînên berê hene. Lê hêviyên wî hene ku alîgirên wî ji bo wî dixebitin. Bi nêrîna min ev hêvî dê mayîna Ocalan biparêze. Em bi hêvî ne ku enerjiya wî ya domandina xebata bîrdozî û siyasî heye. Ocalan di gelek waran de xwedî zanîneke ku divê weke rewşenbîr bê dîtin. Nivîsên wî yên dewlemend hene ku hem ji Kurdan re hem jî li seranserê cîhanê îlham girtiye.  Ocalan şirîkekî zelal ê muzakereyê aştiyê ye ku dikare aştiyê ji bo gelê Kurd û civaka Tirk bi giştî pêk bîne. Hêviya min a şexsî ew e ku tevahî xebatên avakar ên  balkişandina  ser rewşa Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li derve têne kirin enerjî, sekin û hêza domadina kar bidine wî."

’JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ TEVGEREKE XURT LAZIM E’

Karian Therese Westerheim bal kişand ser tevgerên ji bo rakirina tecrîdê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo başkirina mercên girtîgehê, yan jî  ji bo azadkirina wî bangawazî têne kirin. Pêngavên cûrbicûr û însiyatîfên diplomatîk hatine ragihandin. Tevgera Kurd û gelek rêxistinên nehikumî ku nayên hejmartin, dîsa li seranserî cîhanê rêxistinên mafên mirovan beşdarî xebatên balkişandina ser rewşa Ocalan bûne. Ji van zêdetir, ji bo mûzakariyên aştiyê yên nû di navbera Tirkiye û PKK’ê de çareserî û pêşniyar hene. Mînaka vê yekê pêngava domdar a ’ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ye. Ji bo em karibin vê armancê pêk bînin xebateke diplomatîk wekî; hewldan li gel desteyên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî yan Yekitiya Ewropa pêwîst in ku karibina aliyên têkildarî teşwîqî diyalogên dîtina çareseriyê bibin. Her wiha divê zext li hikumeta Tirk were kirin û wê mecbûr bike ku li gorî qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî tev bigere, dîsa wê neçar bike ku beşdarî diyalogan bibe. Çalakvan û rêxistinên civaka sivîl jî dikarin têkildarî mijarê asta têgihiştina xwe pêş bixin, mafên mirovan biparêzin û diyalogan wekî çareserî ji pirsgirêkên li derdora Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd re pêş bixin.

Divê berpirsên siyasî û nûnerên Kurd  ji her demê bêtir beşdarî xebatên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin. Pêkanîna diyaloga di navbera hikumeta Tirk û nûnerên Kurdan de mijareke pir girîng e, ji bo vê yekê jî divê aliyekî sêyemîn hebe da ku diyalogan hêsan bike."

(bb)

ANHA