Pisporên ji Misirê: Heke mirovahî ji ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûdê negire dê ji kê bigire?

Pisporên ji Misirê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir û destnîşan kir "heke mirovahî ji serokek û ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûd negire, dê ji kê bigire?"

Pisporên ji Misirê: Heke mirovahî ji ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûdê negire dê ji kê bigire?
16 sibat, 2024   04:35
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Bi wesîleya salvegera 25`an a Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pirsporên ji Misirê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ne.

Pirspor Ferînaz Etiye got revandina Rêber Abdullah Ocalan, dozeke siyasî ye û tu bingeheke wê ya qanûnî nîn e.

Ferînaz anî ziman ku zilma bi ser Rêber Ocalan tê kirin xuya ye û wiha axivî: "Ji ber ku di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin ku ji cîhanê hatiye dûrxistin. Tecrîdeke mutleq li ser wî heye. Ev tevahî li dijî qanûn û peymanên navneteweyî û berpirsyariya qanûnî ya ku divê dewleta Tirk li hemberî civaka navneteweyî nîşan bide."

`LI DIJÎ OCALAN BÛN YEK`

Ferînaz destnîşan kir ku dewletên komploger di îdeolojiya xwe de nakok bûn lê belê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bûn yek û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera wan dewletan de ku xizmeta dewletên kapîtalîst û împeryalîst ên Rojhilata Navîn dikin, Birêz Ocalan revandin û girtin. Civata navneteweyî jî piştaviyan wan dewletan kir. Sazî û rêxistinên navneteweyî li hember tiştên bi serê birêz Ocalan hatin kirin, çavê xwe girt û bê deng man."

Bi nêrîna Ferînaz, komplo daxwaza dewletên komploger a tunekirina doza Kurd û qedexekirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan rave kir ku "Dengên azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê yên bi rêya projeya neteweya demokratîk bilind bûne, bê deng bikin."

NETEWEYA DEMOKRATÎK

Ferînaz Etiye di dewama axaftina xwe de got: "Hêzên komploger texmîn kir ku bi girtina endezyarê projeya neteweya demokratîk û bavê ruhanî yê doza Kurd re proje tune kir û doz ji holê rakir. Lê belê fikrên rêberê Kurdan hîna belav dibin, ji ber ku ne girêdayî welatiyekî yan jî nijadekê yan jî olekê ye."

Li gorî Ferînaz tecrubeya Rêveberiya Xweser serkeftina projeya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê îsbat kir ruxmî ku gelek şer û komplo li dijî wê tecrubeyê hene.

Ferînaz Etiye fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya xilasiyê ji zordestiyê û girêdana ku dewletên kapîtalîst ên rojavayî li ser Rojhilata Navîn ferz dike, rêya rizgariya gelan û pêkanîna pêşerojeke ronak ji nifşan re wesifand.

Di dawiyê de Ferînaz Etiye got: "Fikrên birêz Ocalan çareseriyên pratîk ji gelek pirsgirêkên li dewletên herêmê re weka bikaranîna aboriyê, nakokiyên siyasî, taîfî, navendî û zordestiyê, pêşkêş dike û piştgiriya doza jinan û mafên wê yên siyasî, civakî û aborî dike. Ji bo doza birêz Ocalan pêwîstî bi hevgirtina rêveberiyên siyasî yên dewletên ku piştevaniya dozên kurd dikin û hevgirtina kurdan bi xwe, heye. Ji vê bêtir divê fikr û doza wî ji vê bêtir belav bibe heta bigihêje wê astê ku piştgiriya doza Kurd û serbestberdana Ocalan were kirin. Ji ber ku xwespartina rojava û saziyên navneteweyî yên ku piştevaniya rojava dikin, ne kêrhatî ye."

25 SALAN ZILM

Dîroknas Elî Ebû El Xeyr jî got: "Komploya Navneteweyî ya ku 25 sal di ser re derbas bû, nîşaneyeke diyar a zilmê, bêedaletî û bêexlaqiya li ser serê gelê Kurd tê kirin."

Ebû El Xeyr wiha domand: "Ocalan hate girtin, ji ber ku banga mafên gelê xwe û bidawîkirina zilma li ser dikir. Desthilata Tirk bi piştgiriya hêzên tarî yên împeryaliyê di serî de Amerîka û Brîtanya, ji welatekî heta welatekî din bi dû wî ket heta dîl girt."

Li gorî Ebû El Xeyr tişta xerîb di doza Ocalan de, bêdengiya dewletên îslamî û erebî ye.

ÇARESERIYÊN PRATÎK

Ebû El Xeyr wiha pê de çû: "Heke desthilata Tirk bendê Ocalan girtiye, lê belê giyanê wî li derveyî dîwarên hebsê azad e. Birêz Ocalan pirsgirêkên herêmî û navneteweyî çareser kir, çareseriyên wisa pêşkêş kirin ku tu ronakbîrek din pêşkêş nekirin. Dîroka Kurd û rola wan a hêja pêşkêş kir ku beşek ji mafên wan ên bindest vegerandin."

Ebû El Xeyr di wê baweriyê de ye ku felsefeya neteweya demokratîk a birêz Ocalan, alternatîfê netewdewletê ye, çareseriya rasteqîn û piratîk a aloziyên li Rojhilata Navîn e û vê projeyê çareserî ji gelek pirsgirêkên pêşkêş kirin ku gelekan digotin çareser nabin.

Ebû El Xeyr di dawiyê de got: "Ev proje, cudabûna di navbera çîn, nijad, ol û mezheban de ji holê radike, dihêle her kes li hember qanûnê di rêzekê de bin. Ev jî berztirîn armanc e ku ji bo wê şoreşên Bihara Ereban dest pê kirin. Heke têgeha neteweya demokratîk li ser doza kurd pêk bê, cîhan tev da dê di nava aştî û aramiyê de ba. Heke mirovahî, ji lîderek û ronakbîrek wek Ocalan sûd negirt, gelo dê ji kê bigire? Divê azadîxwazên cîhanê fişarê li Tirkiyê û hevkarên wê yên hêzên mezin bikin ji bo ku birêz Ocalan serbest bê berdan."

(şx)

ANHA