Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan destpê dikin

Li zanîngeh û peymangehên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo sala nû ya xwendinê (2024-2025) dema serlêdanên tomarkirin û ezmûna qebûlkirinê dest pê dike.

Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan destpê dikin
20 tebax, 2024   10:27
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema serlêdana tomarkirin û ezmûna qebûlkirinê ya sala 2024-2025’an diyar kir. Xwendekarên ku dê navên xwe li fakulteyan tomar bikin û yên ku dê bikevin ezmûnan wê ji 24 heta 31`ê Tebaxê karibin serlêdan bikin. 

Ji bo tomarkirin û serlêdanan navend hatine diyarkirin. Li gorî vê yekê, wê li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê ya li bajaroka Rimêlan, avahiya Zanîngeha Kobanê ya li bajarê Kobanê, avahiya Zanîngeha El-Şerq a li bajarê Reqayê û navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya li bajaroka ElEhdas a girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê serlêdan werin qebûlkirin.

SERLÊDANÊN TOMARKIRINÊ

Li gorî sîstema zanîngeh û peymagehan di beşên wêjeyî (Muzîk, resim, werzîş, ziman, mamostetî, mamostetiya baxçeyên zarokan, zanistên siyasî, îdarî, wêje, dîrok, zanistên perwerdeyê, hiqûq, zanistên olî, ragihadin, erdnîgarî, jîneolojî, zanistên civakî) wê tenê serlêdanên tomarkirinê bên kirin.

Di van beşan de ezmûnên nivîskî nayên çêkirin, dê pîleya xwendekaran a dibistana amadeyî esas bê girtin.

Ji bilî pîleya xwendekaran, ji bo beşên Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk wê ji 16 heta 21`ê Îlonê ezmûna devkî (hevdîtin) bê çêkirin.

EZMÛNÊN QEBÛLKIRINÊ

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine belavkirin, îsal ezmûnên qebûlkirinê wê ji bo hemû xwendekarên beşên zanistî (fizîk, kîmya, bîyolojî, bîrkarî, tip, teknolojî, pîşesazî, endezyarî, muhasebe) bên çêkirin.

 Ezmûnên fizîk, bîrkarî, endezyarî, kîmya û zindînasî (biyolojî) wê 2`ê Îlonê, ezmûna pîşesaziyê wê 3’yê îlonê (2024) bê çêkirin.

Encamên ezamûnan dê 7’ê îlonê werin eşkerekirin.

HILBIJARTINA BEŞAN

Piştî diyarkirina encamên ezmûnan, xwendekar li gorî encamp bi dest xistine, wê di navbear 9 û 19’yê îlonê de beşên ku dixwazin qeydên xwe lê çêbikin, binivîsînin û pêşkêşî navendên tomarkirinê bikin. Her xwendekarek wê karibe 15 xwestekên xwe binivîse.

25’ê îlonê jî wê lîsteya xwendekarên ku li fakulteyan hatine bicîh bê eşkerekirin.

Piştî eşkerekirinê xwendekar wê navên xwe li fakulteyan tomar bikin û 5’ê Cotmehê jî dê sala nû dest pê bike.

XWENDEKARÊN YEKEMÎN WÊ RASTERAST BÊN QEBÛLKIRIN

Xwendekarên ku dibistana amadeyî di beşa xwe de wekî yekemîn bidawî kirine, her wiha xwendekarên yekemîn ên dibistanên pîşesaziyê bêyî ku bikevin ezmûnên nivîskî û devkî wê karibin rasterast derbasî beşên eleqedar ên zanîngehê ku dixwazin bixwînîn bibin.

(a)

ANHA