Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir

Li zanîngeh û peymangehên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo sala nû ya xwendinê (2024-2025) dema serlêdanên tomarkirin û ezmûna qebûlkirinê dest pê kir.

Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
Serlêdanên qebûlkirina zanîngeh û peymangehan dest pê kir
24 tebax 2024   10:30
QAMIŞLO

Li zanîngeh û peymangehên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo sala nû ya xwendinê (2024-2025) dema serlêdanên tomarkirin û ezmûna qebûlkirinê îro di saetên sibehê de dest pê kir.

Serlêdan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê ya li bajaroka Rimêlan, avahiya Zanîngeha Kobanê ya li bajarê Kobanê, avahiya Zanîngeha El-Şerq a li bajarê Reqayê û navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya li bajaroka El Ehdas a girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê tên qebûlkirin.

Serlêdan û qebûlkirin wê heta 31’ê Tebaxê dom bikin.

Piştî serlêdanan wê di beşên wêjeyî (Muzîk, resim, werzîş, ziman, mamostetî, mamostetiya baxçeyên zarokan, zanistên siyasî, îdarî, wêje, dîrok, zanistên perwerdeyê, hiqûq, zanistên olî, ragihadin, erdnîgarî, jîneolojî, zanistên civakî) li gorî pîleya xwendekaran a dibistana amadeyî bicîhkirina fakulteyan were çêkirin.

ji bo beşên Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk wê ji 16 heta 21`ê Îlonê ezmûna devkî (hevdîtin) bê çêkirin.

EZMÛNÊN QEBÛLKIRINÊ

Ji bo hemû xwendekarên beşên zanistî (fizîk, kîmya, bîyolojî, bîrkarî, tip, teknolojî, pîşesazî, endezyarî, muhasebe) jî wê ezmûn bên çêkirin.

Ezmûnên fizîk, bîrkarî, endezyarî, kîmya û zindînasî (biyolojî) wê 2`ê Îlonê, ezmûna pîşesaziyê wê 3’yê îlonê (2024) bê çêkirin.

Encamên ezamûnan dê 7’ê îlonê werin eşkerekirin.

Tê payîn ku hejmara serlêderan li gorî sala borî hîn zêdetir bin.

(bm)

ANHA