Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî û du yasayên din hat rawestandin

Dadgeha Federal a Iraqê sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî, Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Resen re û Yasaya Efûya Giştî ku li Parlamentoya Iraqê hatibûn pejirandin, rawestand.

Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî û du yasayên din hat rawestandin
4 sibat, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rûniştina 21’ê Çileya îsal de, Parlamentoya Iraqê sererastkirina sê yasayan (Yasaya Rewşa Kesî, Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Wan yên Resen re û Yasaya Efûya Giştî) bi lihevkirina aliyên siyasî yên parlamentoyê, tevî bertekên rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, civak û pêkhateyên Iraqê, Herêma Kurdistanê pejirandin.

Dadgeha Federal a Iraqê sererastkirina wan yasayan rawestand.