Naveroka civîna çapemeniyê ya Erdogan û El Colanî

Erdogan îdia kir ku welatê wî dê ji bo destekdayîna Sûriyeyê û pêşketina wê bixebitin, her wiha got wê dewleta Tirk bi desthilata Şamê re Sûriyeyeke "bê teror" ava bike.

Naveroka civîna çapemeniyê ya Erdogan û El Colanî
4 sibat, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî sardana Erebistana Siûdî, serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî îro gihîşt Enqereyê. 

Piştî Erdogan û El Colanî bi hev re nîqaş kirin civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di civîneke çapemeniyê de Recep Tayyîp Erdogan îdia kirk u wê welatê wî ji bo piştgiriya Sûriyeyê û pêşketina wê bixebite.

Her wiha Erdogan ê ku welatê wî destek daye çeteyên DAIŞˋê, îdia kir ku wê dewleta Tirk bi desthilata Şamê re Sûriyeyeke "bê teror" ava bike.

Erdogan anî ziman ku helwest û siyasetên welatî wî têkildarî yekitiya xaka Sûriyeyê yek û ew ê bi Şamê re di tevahî aliyan de bixebite.

Li aliyekî din jî El Colanî ji Erdogan xwest di "zûtirîn dem de" serdana Sûriyeyê bike û got: "Desthilata Şamê û dewleta Tirk di gelek aliyan de bi awayekî hevbeş kar dikin û hîna piştgiriya mezin a Tirkiyeyê ji Sûriyeyê re berçav e."

(mh/fr)